Rapirsiya herî dawî ya hilbijartinên Serokomariyê hat eskerekirin
PeyamaKurd – Ji hilbijartinên 14ê Gulanê yên Tirkiyê re tenê 3 roj mane, ArtıBir Research encamên rapirsiya herî dawî ya hilbijartinên Serokomariyê eşkere kir.
Artibir Research encamên anketa xwe bi 1500 kesî re bi raya giştî re parve kir.
Di lêkolîna ku di navbera 2-9ê Gulanê de li 26 parêzgehan bi rêbaza anketê ya telefonê hat kirin de pirsa "Hûn ê di hilbijartinên Serokomariyê yên ku di 14ê Gulanê de bên kirin de dengê xwe bidin kîjan ji namzedan?" ji beşdaran re hat kirin.
Li gorî encamên lêkolînê di navbera Recep Tayyîp Erdogan û Kemal Kiliçdaroglu de 5,5 puan ferq heye.
Encam wiha ne:
Kemal Kiliçdaroglu: %50,1
Recep Tayyip Erdogan: %44,6
Muharrem Înce: 3%
Sinan Ogan: 2.3%

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin