Rapirsîna herî dawî: Di hilbijartinên serokomariyê de wê kî bi ser bikeve?

24 April 2023 11:31 0 dîtin
Rapirsîna herî dawî: Di hilbijartinên serokomariyê de wê kî bi ser bikeve?

PeyamaKurd – Li gorî rapirsîna herî dawî ya şîrketa nêzî hikûmetê Areda Survey, Erdogan di tûra yekemîn a hilbijartinên Serokkomariyê de bi ser dikeve.

Çend roj beriya hilbijartinên 14ê Gulanê; encamên rapirsîna herî dawî ya Areda Survey ku bi nêzîkbûna xwe ya bi hikûmetê re tê naskirin, hat weşandin.

Pêwendiyên Siyasî Ferhat Murat encamên rapirsîna ku ji aliyê Survey Areda ve di navbera 15-20 Nîsana 2023yan de bi 17 hezar û 400 kesan re hatiye kirin eşkere kir.

Pirsa yekem ji hilbijêrên beşdarî lêkolînê bûne ev e, "Di hilbijartinên Serokomariyê de wê kî bi ser bikeve?"

Dengdêr; Li gor hat tomarkirin, Erdogan wê bi ji sedî 51,4 bi ser bikeve, rêjeya kesên ku difikirin Kemal Kiliçdaroglu dikare di hilbijartinê de bi ser bikeve ji sedî 41,8 e.

Di rapirsînê de Muharrem Înce ji sedî 4,6 û Sînan Ogan jî ji sedî 2,2 sitendin.

Her çend di tûra yekem de di hilbijartinên serokomariyê de Erdogan bi ser bikeve jî, di rapirsînê de bersiva pirsa tûra duyemîn jî hat dayîn.

Vê carê jî ji heman beşdaran re, "Eger di tûra 2yemîn de bi ser bikevin hûn ê di hilbijartina serokomariyê de dengê xwe bidin kîjan ji van namzetan?" pirs hat kirin.

Ger pêşbirka serokomariyê derbasî tûra 2yemîn bibe, Erdogan 53,5 deng bidest dixe. Rêjeya kesên ku Kemal Kiliçdaroglu tercîh kirin jî ji sedî 46,5 hat hesabkirin.

Di rapirsînê de pirsa ku dê di Hilbijartina Giştî de dengê xwe bidin kê jî hat kirin.

Dabeşkirina dengan li gorî partiyan di rapirsîna ku IYI Partî daket binê bendê wiha ye:

AKP: Ji sedî 41,1

CHP: Ji sedî 25,4

Partiya Çep a Kesk / HDP: 10.1

MHP: 8.8

IYI Partî: 6.9

Partiya Memleket: 3.3

Partiya Refahê: 1.5

Partiya Zaferê: 1.1

TÎP: 1.1

BBP: 0.4

Hat ragihandin ku rapirsîna li seranserê Tirkiyeyê di navbera 15-20ê Nîsanê de bi 17 hezar û 400 kesî teknîka CAWIyê hatiye kirin.