Rapirsîna herî dawî: Partiya yekem…

17 March 2023 13:00 0 dîtin
Rapirsîna herî dawî: Partiya yekem…

PeyamaKurd – Di rapirsîna herî dawî ya EuroPoll Lêkolînê de namzedê serokomariyê yê CHP û Tifaqa Netewî Kemal Kiliçdaroglû derket pêş.

EuroPoll Lêkolîn encamên rapirsînên hilbijartinên serokomarî û parlementoyê yên ku meha Adarê pêk anîn eşkere kirin.

Di rapirsîna ku di navbera 10-13ê Adarê de li 21 parêzgehan bi 2 hezar û 544 kesan hat kirin,

Partiya yekem CHP bû.

CHP: Ji sedî 31,9

AKP: Ji sedî 29,8

HDP: Ji sedî 11,3

ÎYÎP: Ji sedî 8,8

MHP: Ji sedî 7,6

Partiya Pêşerojê: ji sedî 3,4

Partiya Dewa: Ji sedî 2,6

Partiya Tirkiyeya Serbixwe: Ji sedî 1,9

Yên din: ji sedî 3

"Eger îro hilbijartina serokomariyê bê kirin hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê?" Di bersivên pirsê de, namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Netewî Kemal Kiliçdaroglu 13 puanan li pêş e.

Kemal Kiliçdaroglû: Ji sedî 56,8

Recep Tayyîp Erdogan: Ji sedî 43,2