Ev rapirsîn li 81 parêzgehan hatiye kirin! Encamên balkês derketin holê!
PeyamaKurd – Li gorî rapirsîna şîrketa Ada Lêkolîn, hilbijartin dimîne tûra duyemîn. Îcar di rapirsîna dawî de kî li pêş e, kîjan partî wê çend dengan bi dest bixe?
Encamên herî dawî yên rapirsînê yên 2 hefte beriya hilbijartinê wiha ne.
Encamên rapirsîna ku ji aliyê Ada Lêkolînê ve di navbera 26-29ê Nîsanê de li 81 parêzgehan bi 3 hezar û 278 kesên temenê wan ji 18 salî mezintir hat kirin, hatin eşkerekirin.
"Heke vê Yekşemê Hilbijartina Giştî hebe, hûn ê dengê xwe bidin kîjan ji van partiyên jêrîn?" Bersivên pirsê:
Dengên partiyan:
AK Partî: Ji sedî 39,3
CHP: Ji sedî 26,9
HDP/Partiya Çep a Kesk: Ji sedî 9,2
MHP: Ji sedî 8,8
IYI Partî: Ji sedî 7,3
Parlamenter: Ji sedî 2,5
TÎP: Ji sedî 2,4
YRP: Ji sedî 1,4
Yên din: ji sedî 2,2
Dengên serokatiyê:
Li gorî rapirsîna hilbijartinên 14ê Gulanê, rêjeya dengên pêşengên hilbijartinên Serokkomariyê wiha ne:
Recep Tayyîp Erdogan: Ji sedî 48,9
Kemal Kiliçdaroglu: Ji sedî 45,8
Muharrem Înce: ji sedî 2,9
Sînan Ogan: Ji sedî 2,4
Li gorî lêkolîna Ada Lêkolînê, di hilbijartina serokomariyê de ku tûra yekem bi dawî nebû, di tûra duyemîn de Recep Tayyîp Erdogan ji sedî 51,1 û Kemal Kiliçdaroglu jî ji sedî 48,9ê dengan stendin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin