RAPIRSÎN | Encamên rapirsiya li 4 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hatin eskerekirin
PeyamaKurd – Kompaniya rapirsînê Lêkolîna Asalê, encamên rapirsiya li parêzgehên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê yên Bakurê Kurdistanê eşkere kir. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) partiya yekem û AKP jî partiya duyem e.
Li gor rapirsînê, HDP li 3 bajaran yekem e û AKP li bajarekî yekem e. Herwiha hat ragihandin ku li her 4 bajaran jî li gor hilbijartinên 2018an rêjeya dengên HDP û AKPê daketine û rêjeya dengên CHPê zêde bûne.
Li gor encamên rapirsînê, li her 4 bajaran dengê partiyan wiha ne:
Li Diyarbekirê HDP: %59.7, AKP: %18.6, CHP: %4.8, DEVA: %3.6
Li Mêrdînê HDP: %51.2, AKP: %25.5, CHP: %6, MHP: %2.4
Li Rihayê AKP: %45.3, HDP: %28.5, CHP: %5.5, MHP: %5.2
Li Wanê HDP: %53.5, AKP: %26.9, CHP: %5.1, MHP: %2.4

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin