Li 8 parêzgehên bakurê Kurdistanê hisyariya baranê

18 July 2024 13:25 0 dîtin
Li 8 parêzgehên bakurê Kurdistanê hisyariya baranê

PeyamaKurd - Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyeyê pêşbînî dike li 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê baran bibare. Baran dê du rojan berdewam bike.

Li gorî pêşbîniyê  Rêveberiya Keşnasiyê li 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê baran dibare.

Li gor pêşbîniyên dezgehê li Dêrsim, Agirî, Îdir, Qers, Erdexan, Erzîngan, Erzerom û Mereşê baran bibare.

Li wan 8 parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileya germê di navbera 33-38an de ye û barîna baranê bandoreke zêde li daketina pileya germê nake.

Pileya germê li hinek parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê li gorî hefteya borî bilindtir e û di navbera 38-42 pileyan de ye.

Li gor pêşbîniya Rêveberiya Keşnasiyê, barîna baranê îro dest pê dike û heta 20ê Tîrmehê berdewam dibe.