Ji bo 14 bajarên Bakurê Kurdistanê hisyariya baranê hat dayîn

21 September 2023 17:15 0 dîtin
Ji bo 14 bajarên Bakurê Kurdistanê hisyariya baranê hat dayîn

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku tê pêşbînîkirin ji îro 21ê Îlonê pê ve, li 14 bajarên Bakurê Kurdistanê pêleke baranbarînê dest pê bike.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Giştî a Keşnasiya Tirkiyê, ji îro ve pêleke baranê li 14 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dest pê dike û hişiyarî lehiyan hate dayîn.

Hat diyarkirin, li bajarên Erzirom, Erzingan, Îdir, Agirî, Qers, Erdexan, Wan, Sêwas, Mereş, Riha, Dîlok, Meletî, Qeyserî û Osmaniyê tê pêşbînîkirin ku pêla baranê dest pê bike.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku herwiha tê pêşbînîkirin pileya germê jî 2 heta 6 pileyan derkeve ser asta demsalê.