Ji bo 16 bajarên Bakurê Kurdistanê hisyariya befr û baranê hat dayîn

03 January 2024 11:57 0 dîtin
Ji bo 16 bajarên Bakurê Kurdistanê hisyariya befr û baranê hat dayîn

PeyamaKurd – Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo hejmarek bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barîna berf û baranê da.

Hate ragihandin ku tê texmînkirin li bajarên Xarpêt, Şirnex, Mûş, Çewlig, Erdexan, Ezirgan, Agirî, Bedlîs, Dîlok, Mêrdîn, Sêrt, Diyarbekir, Meletî, Wan, Erzirom, Qers û çend deverên din ji îro 3yê Çileyê pê de, barîna berfê, baran û zîpikan dest pê bike û ji bo wergirtina tedbîran hişyarî hate dayîn.

Herwiha wê pileyên germê li ser demsala zivistanê bin û ti guherînek zêde nayê pêşbînîkirin.

Li gorî daxuyaniyê tê pêşbînîkirin ku ji bilî berf û baranê divê welatê ji bo mija zêde ya danê sibehan û êvaran jî baldar bin û dema derkevin trafîkê tedbîrên pêwîst werbigrin.