Hisyariya barana zêde: Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê wê baraneke zêde bibare
PeyamaKurd – Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê hişyariya barîna barana zêde ji bo 8ê Nîsana 2022ê, li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê û li Behra Reş da.
Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê bi daxuyaniyekê ragihand, li parêzgehên Dêrsim, Çewlig, Xarpêt, Mûş, Erzerom, Qers, Erdexan, Agirî, Colemêrg, Şirnex û Wanê û li çend parêzgehên Behra Reş, wê baraneke zêde bibare û li cihê ku bilindahiya wan zêdeyî 1600 metre jî wê berf bibare.
Herwiha hat eşkerekirin, ji ber barana zêde divê welatî li hemberî lehî, brûsk, bahoz û aşûtê hişyar bin û tedbîrên xwe werbigrin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin