Ji meteorolojiyê ji bo 15 parêzgehan hisyariya barana zêde

27 July 2024 15:08 0 dîtin
Ji meteorolojiyê ji bo 15 parêzgehan hisyariya barana zêde

PeyamaKurd – Meteorolojiyê ji ber barana zêde ya ku tê pêşbînîkirin li 15 parêzgehan hişyariya "porteqalî" û "zer" da.

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora hewayê ya rojane eşkere kir.

Li gorî vê, tê texmînkirin ku li derdora Enqereyê, li rojhilatê Mêrsînê, li başûr û rojavayê Edeneyê û li peravên Hatayê jî baran û birûskê çêbibe.

Tê texmînkirin ku li peravên Behra Reş, li derdora Artvîn, Qers û Erdexanê û li bakurê Erziromê jî li cih û cihan baran zêde be.

Ji ber barana zêde ya ku tê pêşbînîkirin, ji bo Ordu û Samsûnê hişyariya “porteqalî”, ji bo Artvîn, Erzirom, Gîresûn, Qers, Kastamonu, Rîze, Sakarya, Sînop, Trabzon, Zonguldak, Bartin, Erdexan û Duzce jî hişyariya "zer" hat dayîn.