Ji bo 6 bajarên bakur hisyariya barana zêde hate dayîn

08 March 2024 16:34 0 dîtin
Ji bo 6 bajarên bakur hisyariya barana zêde hate dayîn

PeyamaKurd – Ji bo hejmarek bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana zêde û lehiyan hate dayîn ku tê pêşbînîkirin sibe 9ê Adarê roja Şemiyê dest pê bike.

Saziya Meteorolojî ya Keşnasiya Tirkiyeyê, ragihand ku wê 9ê Adarê li bajarên Diyarbekir, Çewlîg, Mêrdîn, Batman, Xarpêt û Rihayê baranên nişkave bibarin.

Li aliyê din Şaxê Diyarbekirê yê Rêveberiya Rewşên Lezgîn û Karesatan AFAD jî ragihand ku wê sibe piştî nîvro baraneke zêde li Diyarbekirê bibare û daxwaz ji welatiyan hate kirin, li hember lehî û bûyerên nexwestî bi tedbîr bin.