Ji bo 5 bajarên Bakurê Kurdistanê hisyariya barana zêde hat dayîn
PeyamaKurd - Saziya keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 5 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana zêde, firtone û lehiyan da.
Saziya Meteoroloji ya Tirkiyeyê ragihand ku tê çaverêkirin li bijarên Mêrdîn, Sêrt, Batman, Colemêrg û derdora Şirnexê baraneke gelekî bihêz bibare û li hin deverên bilindahiyan jî berf û baran ligel hev bibare.
Ji bo her cûre lehî û bobelatan hişyarî hat dayîn ku li wan bajaran welatî bi tevdîr tevbigerin ku dibe di çûnûhatinê de jî astengî çêbibin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di encama lehiyên sê roj berê yên li bajarên Semsûr û Rihayê de, 18 kesan can dabû û lehiyan ziyaneke mezin a madî jî bi xwe re anîbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin