Hisyariya barana zêde û lehiyê ji bo 14 bajarên Bakurê Kurdistanê hat dayîn

26 November 2022 15:39 0 dîtin
Hisyariya barana zêde û lehiyê ji bo 14 bajarên Bakurê Kurdistanê hat dayîn

PeyamaKurd – Hişyariya barana zêde û lehiyê ji bo 14 bajarên Bakurê Kurdistanê hat dayîn.

Li gor pêşbîniya Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê, li 14 bajarên Bakurê Kurdistanê barana zêde û lehî tê çaverêkirin û ji bo tedbîrên li hember şert û mercên neyînî yên keş û hewayê, hişyarî hat dayîn.

Herwiha bajarên Bakurê Kurdistanê yên bi "koda zer" hatine hişyarkirin ev in:

Semsûr

Bedlîs

Elezîz

Colemêrg

Meletî

Sêrt

Dêrsim

Şirnex

Çewlig

Diyarbekir

Mêrdîn

Sêwas

Wan

Batman