Ji meteorolojiyê ji bo herêma erdhejê hisyariya barana zêde
PeyamaKurd – Meteorolojiyê ji bo herêma erdhejê careke din hişyariya barana zêde da.
Li gorî nirxandinên dawî yên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, tê payîn ku li herêma erdhejê baraneke zêde bibare.
Ji ber ku tê pêşbînîkirin baran li cihên derdora Sêwas û Erzinganê bihêz be, hat xwestin ku li hember lehî, birûsk, barîna gijlokên herêmî, astengkirina çûnûhatinê û bahozê baldar û hişyar bin.
Rewşa hewayê ya parêzgehên li herêma erdhejê wiha ye:
Meletî: Qirêj û pir ewrayî, barana bi navber dibare
Semsûr: Qirêj û pir ewrayî, navbirî baran bibare û car caran jî birûskê çêbibe
Diyarbekir: Beşek ewrayî û pir ewrayî, navber baran bibare û car caran jî birûskê
Dîlok: Beşek ewrayî û pir ewrayî, navber baran bibare û car caran jî birûskê çêbibe
Riha: Beşek ewrayî û pir ewrayî, navber baran bibare û car caran jî birûskê çêbibe

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin