Berpirsê Rewsa Hewa û Erdhejê li Herêma Kurdistanê hisyariya berf û baranê da

15 December 2021 13:25 0 dîtin
Berpirsê Rewsa Hewa û Erdhejê li Herêma Kurdistanê hisyariya berf û baranê da

PeyamaKurd – Berpirsê Rewşa Hewa û Erdhejê li Herêma Kurdistanê diyar dike, ji sibê pê ve, pêleka berf û baranê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û çend rojan jî ev pêl berdewam dibe.

Berpirsê Rewşa Hewa û Erdhejê li Herêma Kurdistanê Fazil Îbrahîm diyar kiriye, ji sibê pê vê (16 vê mehê) pêleka şiliyê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê.

Fazil Îbrahîm herwiha daye zanîn, wê li nav bajar û deştê baran û li cihê bilind û çiyayî jî berf bibare.

Bi gotina Berpirsê Rewşa Hewayê, ew pêla şiliyê wê çend rojan berdewam be.

Fazil Îbrahîm eşkere kiriye, ji ber ku şilî zêde dibare wê li hinek deveran lehî rabe, loma divê welatî hişyar bin.