Li herêma erdhejê hewa: Wê germahî heta -12 pileyî dakeve
PeyamaKurd – Li gorî agahiyên herî dawî yên Meteorolojiyê, li herêma erdhejê tê texmînkirin ku baran nebe, hat ragihandin ku bi şev germahî wê dakeve binê sifirê û li Meletiyê jî wê dakeve -12-an.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li 10 parêzgehên ku ji ber erdheja navenda Mereşê zerar dîtine dewam dikin. Serma û barîna berfa ku bi rojan e li herêmê bi bandor e hem li ser karê wan hem jî mexdûrên erdhejê yên ku di karesatê de malên xwe ji dest dane bandorek neyînî dike.
Li gorî agahiyên dawî yên Meteorolojiyê, li herêma erdhejê baran nayê pêşbînîkirin. Hat diyarkirin, li herêmê bi şev germahî wê dakeve binê sifirê û li Meletiyê jî wê heta -12yan dakeve.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin