Saziya Kesnasiyê ya Tirkiyê ji bo çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê hisyariya asûtê da

01 April 2023 16:08 0 dîtin
Saziya Kesnasiyê ya Tirkiyê ji bo çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê hisyariya asûtê da

PeyamaKurd – Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo çend parêzgehên Herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê hişyariya aşûtê da.

Weke tê zanîn, ev çend roj in barîna berfê li beşeke parêzgehên Bakurê Kurdistanê berdewam e û bandoreke nerênî li jiyana welatiyan dike.

Herwiha do roja Înê 31ê Adara 2023an li parêzgehên Mûş, Colemêrg, Erzerom, Wan, Agirî, Îdir, Şirnex, Bedlîs û çend parêzgehên din berf bariya û li piraniya wan parêzgehan barîna berfê şeva borî jî berdewam bû.

Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê ya Tirkiyê îro ragihand, wê barîna baranê li parêzgehên Xarpet, Mêrdîn, Batman û parêzgehên derdorê berdewam be.

Saziya navborî herwiha diyar kir, li gorî pêşbîniyên wan wê îro di nav rojê de li  parêzgehên Muş, Agirî, Bedlîs, Qers, Colemêrg, Îdir, Şirnex û Sêrtê jî berfeke bihêz bibare.

Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo navçeyên bilind û kaş ên parêzgehên Herêma Serhedê ya Bakurê Kurdistanê hişyariya aşûtê da û ji welatiyan daxwaz kir ku tedbîrên pêwîst werbigirin.

Rêveberiya Keşnasiyê ya Tirkiyê ji bo bajarên Herêma Ege û Marmarayê yên Tirkiyê jî hişyariya ba û bahozeke bi hêz da û eşkere kir: “Dê leza bahozê di saetekê de bigihe 80 kîlometreyan.”