Mesûr Barzanî pêswazî li Balyozê nû yê Tirkiyê kir: Çend mijarên girîng hatin axaftin
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 4ê îlonê li Hewlêrê pêşwaziya Balyozê nû yê Tirkiye yê li Iraqê Anil Bora kir û ji bo karê wî yê nû pîrozbahî lê kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî destpêkirina kar li Balyozê nû yê Tirkiyeyê yê Iraqê pîroz kir û di erkê wî yê nû de jê re serkeftin xwest.
Di civînê de, tekezî li ser girîngiya pêşxistina pêwendiyên dualî bi taybet di warê bazirganiyê de hate kirin.
Herwiha li ser projeya stratejîk a Rêya Pêşxistinê hate axaftin ku welatên kendavê bi rêya Iraqê bi Tirkiye û Ewropayê ve girê dide. Her du alî li ser pêdivîya tevlîbûna Herêma Kurdistanê û hemû pêkhateyên Iraqê di wê pirojeyê de hevnerîn bûn.
Di beşeke din a hevdîtinê de, behsa tawana kuştina karsazê Duhokî Hekîm Loqman ku li Stenbolê êrîş lê hatibû kirin, hate kirin û Balyozê Tirkiyê got ku tawanbar hatine desteserkirin û rêkarên qanûnî li beramberî wan têne bicihanîn.
Di civînê de, her du alî li ser nehiştina hemû kêşe û astengên li pêş geştiyarên Kurdistanê hevnerîn bûn, ku ji bo geştiyarên Herêma Kurdistanê di dema serdana wan a Tirkiyeyê de peyda dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin