Li Kerkûkê 2 DAISiyên ku 2 endamên asayîsê kustibûn hatin girtin
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê 3 endamên DAIŞê ku li xwe mikur hatine ku 2 endamên asayişa Kerkûkê kuştine girtine.
Di daxuyaniya Rêveberiya Sîxurî û Lêkolînê ya Federal a Wezareta Navxwe ya Iraqê de hat gotin ku "Li navenda Kerkûkê 3 endamên DAIŞê piştî ku navnîşanên wan hatin diyarkirin, hatin girtin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew 3 endamên DAIŞê yên ku hatine girtin li Kerkûkê beşdarî gelek hêrişên terorîstî bûne û li xwe mukur hatine ku wan li Kerkûkê 2 endamên asayîşê kuştine.
Di 2014an de DAIŞê li tevahiya parêzgehên Mûsil, Selahedîn û Enbarê yên Iraqê û beşek ji parêzgehên Diyala û Kerkûkê kontrol kiribûn û piştî şerekî dijwar ev bajar û navçe ji rêxistinê hatin rizgarkirin.
Heta niha jî car caran DAIŞ li van bajar û navçeyan hêrişên terorîstî pêk tîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin