8 çekdarên Hûsî yên girêdayî Îranê hatin kustin
PeyamaKurd- Navenda Ragihandinê ya Artêşa Yemenê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li navçeya El -Meşcehê 8 çekdarên Hûsîyan kuştin.
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, doh 22yê Gulanê li eniya El Meşceh ya Yemenê di navbera Artêşa Yemenê û çekdarên Hûsî de şer rû daye û di encamê de 8 çekdarên Hûsî hatine kuştin, panzera çekdarên Hûsî hate navbirin.
Artêşa Yemenê diyar kir ku balafirên hevpeymana Erebî jî li bajarê Merib li xalên çekdarên Hûsiyan xistin ku di wê êrîşa asmanî de jî hejmarek çekdarên Hûsî hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin