50 çekdarên Hûsiyên girêdayî Îranê hatin kustin

23 April 2021 16:14 0 dîtin
50 çekdarên Hûsiyên girêdayî Îranê hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Yemenê, di şerê navbera çekdarên Hûsîyan û artêşa Yemenê de, 50 Hûsîyên bi ser Îranê ve hatin kuştin.

Artêşa Yemenê bi daxuyaniyekê ragihand ku 50 çekdarên Hûsîyan di encama şerê li eniya rojavayê Me’ribê de hatin kuştin.

Hat diyarkirin ku artêşa Yemenê bi topon 3 dewriyê û 3 maşîneyên Hûsiyan kirine armanc û herwiha hevpeymana Erebî ya Erebistana Siûdî serkêşiya wê dike jî 4 maşîne û 5 dewriyeyên Hûsiyan kirine armanc.

Hevpeymaniya Erebî ragihandiye ku wan 3 dronên Hûsiyan jî xistine.