Sam: Li Idlib û Laziqiyê 9 dronên çekdarên girêdayî Tirkiyê hatin xistin
PeyamaKurd - Wezareta Bergiriyê ya rejîma Sûriyê ragihand, hêzên wan 9 balafirên bêmirov ên çekdarên bi ser artêşa Tirkiyê ve, li gundewarên Idlib û Laziqiyê xistin xwar.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, hêzên wan 9 balafirên bêmirov ên çekdaran li gundewarên Idlib û Laziqiyê anîn xwarê ku hewl didan xalên leşkerî, gund û bajarokên wan herêman bikin armanc.
Li aliyê din Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî ragihand ku balafirên şer ên Rûsyayê êrîşên asmanî li gundewarên Laziqiyê û Idlibê pêk anîne û ev 2 roj in wan herêman hedef digirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin