Li Idlibê 2 çekdarên girêdayî Tirkiyê hatin kustin, 7 jî birîndar bûn
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên rejîma Sûriyê herêma Hereş El-Barîda ya çiyayê Zawiyê yê gundewarên başûrê Idlibê topbaran kir ku di encamê 2 çekdarên Feyleq El-Şam ên girêdayî Tirkiyê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.
Li gorî ragihandina SOHRê hêzên rejîma Sûriyê bi çekên giran êrîşî derdora gundê Rohiyê yê bakurê Meret Nûman û herêmên gundên Filfil û Sihûhin ên gundewarên başûrê Idlibê kirine.
Herwiha doh jî hêzên rejîmê gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin û balafirên keşfê yên Tirkiyê jî li gundewarên bakurê rojavayê Hemayê digerin.
Agirbesta Idlibê ku 5ê Adarê li Moskowê hatibû ragihandin heta niha jî ji aliyê hêzên herdu aliyên Tirkiye û Sûriyê ve tê binpêkirin ku agirbest serî negirtiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin