Sûriye | Li Laziqiyê 15 çekdarên HTSê di kemînekê de hatin kustin
PeyamaKurd – Televizyona Sky News a Erebî bi zarê çavkaniyên Sûrîyê ragihand ku 15 çekdarên Desteya Tehrîr Şam (HTŞ) li gundê Elmezîre yê li Laziqiyê di encama kemînekê de hatine kuştin.
Li aliyê din Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî bûyera kemîna li hember hêzên HTŞê wekî yekem êrîşa bi vî rengî ye ya piştî rûxîna rejîma Beşar Esed ragihand.
Hêjayî gotinê şe, Desteya Tehrîr Şam û komên ligel wê yên çekdar ên hevpeyman, di roja 27ê Mijdarê de êrîşeke berfireh li bakûrê Sûriyê dabûn destpêkirin û piştî Heleb û Hemayê 8ê Kanûnê Şam xistibûn kontrola xwe û dawî li rejîm Esed anîbûn.
Piştre jî hikûmeta veguhêz a bi serokwezîriya Mihemed Beşîr yekem deshilata opozîsyonê hatibû ragihandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin