Sûriye | 4 çekdarên HTSê hatin kustin, 7 jî birîndar bûn

25 August 2023 17:58 0 dîtin
Sûriye | 4 çekdarên HTSê hatin kustin, 7 jî birîndar bûn

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çekdarên Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) de, li rojavayê Helebê şer rû daye.

Li gorî SOHRê di pevçûnên ku bi çekên giran li derdora Kefer Teal a Helebê çêbûne de, 4 çekdarên HTŞê hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne.

SOHRê herwiha daye xuyakirin, di demjimêrên sibehê de karwaneke leşkerî ya hêzên Şamê li ser rêya M5 a li rojhilatê Seraqibê hate hedefgirtin, lê tu agahiyên li ser kuştî û birîndaran nehatine bidestxistin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku îro 25ê Tebaxê li “herêma bêçek” tevgera balafirên şer ên Rûsyayê hebû.

Ji destpêka 2023yan ve di êrîşên li Sûriyê de 308 kes hatine kuştin ku ji wan 168 leşker, çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê ne û 70 welatî jî birîndar bûne.