Di êrîsa Sûriyê de 3 çekdarên HTSê hatin kustin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li gundewarê parêzgeha Hema ya Sûriyê di êrîşa hêzên Sûriyê de, 3 çekdarên HTŞyê hatin kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, balafireke bê mirov a bi çek a hêzên rejîma Sûriyê li gundê Xirbe Naqûs ê rojavayê parêzgeha Hemayê erebeyeke çekdarên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) bombebaran kir û di encamê de 3 çekdar hatin kuştin û birîndar jî hene.
Hêjayî gotinê ye, doh jî hêzên Sûriyê li gundê Efer Emê yê rojavayê Helebê erebeykeke çekdarên HTŞê bombebaran kiribû.
SOHRê daye xuyakirin, di şer û êrîşên ji destpêka îsal ve li "Herêma Bêçek" pêk hatine, 152 kes hatine kuştin û zêdetirî 56 çekdar, leşker û 54 sivîl birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin