Di êrîsa Îsraîlê de li Iraq û Sûriyê 14 çekdarên Îranî hatin kustin
PeyamaKurd - Di êrîşa balafirên Îsraîlê ya bi ser binkeyên hêzên Îranî û Iraqî de, 14 çekdarên hêzên îranî li Sûriyê hatin kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku balafirên Îsraîlê binkeyên mîlîşayên ser bi Îran û Iraqê ve li beyabana Qoriye, Meyadîn û Salihiyê li derdora Dêrazorê bombebaran kirin.
Li gorî ragihandina SOHRê di êrîşê de 14 çekdarên Îranî û Iraqî hatin kuştin û bi dehan çekdar jî birîndar bûn ku ji ber xedariya birînên çekdar dibe hejmara miriyan zêdetir bibe.
Herwiha SOHRê da xuyakirin ku şeva borî jî balafirên Îsraîlê binkeyên hêzên Îranê û komgehên çek û cebilxaneyên wan li Kargehên Bervaniyê li başûrê Helebê bombebaran kirine.
Ji aliyê xwe ve ajansa “SANA” a fermî belav kir, sîstema Sûriyê ya berevaniyê rûbirûyî êrîşeke esmanî ya Îsraîlê bû û hejmarek mûşekên wan xistin xwarê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin