HSD: Êrîsên komên çekdar hatin sikandin

02 March 2025 13:29 0 dîtin
HSD: Êrîsên komên çekdar hatin sikandin

PeyamaKurd - Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bîlançoya 24 saetên dawî yên şer û pevçûnên bi komên çekdarên girêdayî Tirkiyê re eşkere kir.

HSDê ev daxuyanî da:“Eniya Dêr Hafirê; çekdaran bi desteka balafirên bê mirov ên dewleta Tirk ji gundê Îmamê êrîşî nuqteyeke hêzên me kirin. Şervanên me bersiva êrîşê dan û şerekî giran derket. Di encama şer de 2 çete hatin kuştin û yên jî ji qadê reviyan.

Eniya Bendava Tişrînê; artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran derdora bendavê topbaran kirin. Çeteyan jî hewl dan êrişî nuqteya hêzên me ya li derdora Girê Syriatel bikin. Şervanên me bersiva êrişê da û şer derket. Êriş hat têkbirin û hin çete birîndar bûn. Di tevahiya rojê de balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê herêmê digeriyan. 

Her wiha balafirên şer gundê Tîna yê derdora Pira Qereqozaxê bombebaran kir. Di heman demê de bi obîsên giran, tank, roket û hawanan jî gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Sinaa, girên Sêvê û Qereqozaxê topbaran kirin. Gundên navborî bi zêdetirî 70 guleyan hatin topbarankirin, di encamê de zerarên mezin li mal û milkên sivîlan bûn."