HSDê pêswazî li biryara Amerîka ya cezakirina 2 komên çekdar kir

20 August 2023 12:46 0 dîtin
HSDê pêswazî li biryara Amerîka ya cezakirina 2 komên çekdar kir

PeyamaKurd – Piştî ku Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê komên çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike, ji ber tawanên kirine xiste nav lîsteya cezayan, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê pêşwazî li wê biryarê kir.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê Fîrqeya el-Hemze û Fîrqeya Siltan Silêman Şah ku beş ji Artêşa Niştimanî ya opozisyona Sûriyeyê ya Girêdayî Tirkiyeyê ne, ji ber binpêkirinên wan ên li dijî welatiyên Kurd li herêma Efrînê xistibû lîsteya cezayan.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) pêşweazî li vê biryarê kir û ragihand: “Em pêşwaziyê li sizayên Amerîkayê yên li dijî herdu komên Hemzat û Emşat ên terorîst û fermandarên wan dikin û em bawer in ku cezayên Amerîkayê dikarin amûrên sizadana wan pêş bixin.”

HSDê da zanîn, “Rapora Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê hovîtiya kiryarên terorîst ên van rêxistinên terorîst ên girêdayî Tirkiyê eşkere kirin. Ev kiryarên terorîst ne takane ne, lê metodîk û stratejîk in û bi fermana dewleta Tirkiyeyê tên kirin.”

Hernwiha HSDê diyar kir, “Em daxwazê li Rêxistinên navdewletî dikin sedemên terorê li navçeyên di bin dagîrkeriya Tirkiyeyê de ji nav bibin ji ber ku dagîrkerî bi xwe ye û tawanbar hesab bidin.”