ENKSê pêswazî li biryara Amerîka ya derbarê Efrînê de kir

12 September 2023 17:22 0 dîtin
ENKSê pêswazî li biryara Amerîka ya derbarê Efrînê de kir

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li ser Biryara Wezareta Xezîneya Amerîkayê ya sepandina cezayan li ser hin komên çekdar ên li Efrînê û hin serkirdeyên wan ragihand ku ew gaveke rast e ji bo rêgirtina li binpêkirinên berdewam ên li Efrînê.

Di daxuyaniya îro 12ê Îlonê ya ENKSê de hate gotin, ENKSê roja Yekşemê 9/10/2023 civîna xwe ya asayî li dar xistiye û tê de li ser rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî, aloziyên li Dêrazorê, xwepêşandanên li Siweydayê û pêşhatên li Efrîn, Serê Kaniyê û navçeyên din ên Rojavayê Kurdistanê yên di destê Rêveberiya Xweser de, gotûbêj hatine kirin.

ENKSê li ser alozî û bûyerên Dêrezorê diyar kir ku ne HSD nûnertiya pêkhateya Kurd dike, ne jî endamên hin eşîrên Ereb nûnertiya pêkhateya Ereb dikin û ew bangên ji bo fitne û gurkirina nakokiya Erebî-Kurdî şermezar dikin.

ENKSê binpêkirinên li dijî her pêkhateyekê ji her aliyekî ve û hemû hewldanên guhertina dîmografî li her herêmekê ji erdnîgariya Sûriyê şermezar kir û bang li hemû pêkhateyên Sûriyê kir ku aştiya sivîl û civakî biparêzin û çanda pêkvejiyanê di nav xwe de ava bikin.

Ji bo rewşa Siweydayê jî ENKSê piştevaniya xwe ji xwepêşandanên Siweydayê û navçeyên din re ragihand û got ku tevgera gel û daxwazên wan rewa ne.

Herwiha li ser rewşa Efrînê jî ENKSê destnîşan kir: “Biryara Wezareta Xezîneya Amerîkayê ya sepandina sizayan li ser hin komên çekdar ên li Efrînê û hin serkirdeyên wan, gaveke rast e ji bo rêgirtina li binpêkirinên berdewam ên li Efrînê.”

ENKSê bang li civaka navdewletî kir ku berpirsiyariyên xwe ji bo rawestandina van binpêkirin û hewildanên berdewam ên guhertina demografî, derxistina komên çekdar ji deverên niştecihbûnê, hêsankirina vegera bi ewle ya koçberan bo malên xwe, bicih bîne û rêveberiya Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî radestî xelkê wan ê resen bike.

ENKSê dawiyê jî berdewamiya girtina endam û alîgirên ENKSê ji aliyê desthilata PYDê ve şermezar kir û daxwaza azadkirina wan û rawestandina binpêkirin û kiryarên ku dibin sedema koçberbûna xelkê kir.