HSDê li ser biryara Amerîkayê daxuyaniyek wesand û got…

20 December 2018 15:45 0 dîtin
HSDê li ser biryara Amerîkayê daxuyaniyek wesand û got…

PeyamaKurd - Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD/QSD) ragihand ku şerê DAIŞê hîn bidawî nebûye û divê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê alîkariya wan berdewam bike.

Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya HSDê ya derbarê biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe de, hat gotin ku heta niha şerê DAIŞê berdewam e û DAIŞ niha hewil dide xwe careke din birêxistin bike.

HSDê diyar kir ku dê biryara Washingtonê bandoreke neyînî çêke û hêzê bide terorê.

HSD daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê kir ku alîkariya wan berdewam bike û da zanîn, dê biryara Amerîkayê bandoreke nebaş li ser aştiya cîhanê bike.