HSD: Di hêrisên komên rejîma Sûriyeyê de 11 sivîlan can dan 5 jî birîndar bûn
PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di topbarana komên çekdar ên girêdayî rejîma Sûriyeyê ya li Dêrezorê de heta niha 11 sivîlan canê xwe ji dest daye û 5 sivîl jî birîndar bûne.
Çekdarên komên girêdayî rejîma Sûriyeyê ji şeva çarşemê ve hêrişî çend deverên cuda yên Dêrezorê kirin û hêzên HSDê bersiv dan hêrişên van koman.
Komên Çekdar şeva borî careke din bi topan hêrişî rojhilatê Dêrezorê kirin.
HSDyê di derbarê hêrişên komên çekdar ên girêdayî rejîma Sûriyeyê yên li rojhilatê Dêrezorê de daxuyaniyek weşand.
“11 sivîl şehîd ketine”
HSDê hêrişên van koman wekî komkujiyê pênase kir û got: “Hêzên rejîmê li gundên Cidêde Bagara û Dehleyê komkujiyeke din pêk anîn. Di encama topbaranc van koman de heta niha 11 sivîl şehîd ketin û 5 sivîl jî birîndar bûn.”
Li gorî daxuyaniya HSDê, kesên ku canê xwe ji dest dane ev in: Rehef Îsmaîl El Ebûd (12), Nadiye Xidir El Mihemed (18), Hind Ferhan El Ebûd (30), Aya Îsmaîl El Ebûd (8), Nadîn Silîc El Ibêd (22), Yas Yasîn El Zeer (37), Mariya Yasîn El Zeer (12), Selwa Yasir El Zeer (5), Rexed Mihemed El Zixîr (22), Şam Beşar El Zixîr (8 mehî) û Îlaf Beşar El Zixîr (Salek û nîvî ye).
Li gor daxuyaniya HSDê kesên birîndar bûne jî ev in: Elî Hesen El Damin (12), Melek Ebûd El Hisên (25), Sûriye El Ebûd (50), Fehid Îsmaîl El Ebûd (15) û Melek Îsmaîl El Ebûd (6).

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin