"Bermahiyên rejîma kevin wê nikaribin rê li ber guhertina Sûriyeyê bigirin"

09 March 2025 22:09 0 dîtin
"Bermahiyên rejîma kevin wê nikaribin rê li ber guhertina Sûriyeyê bigirin"

PeyamaKurd – Cîgirê Serokomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz, bal kişand ser bûyerên li bajarê Laziqiyê yê Sûriyê diqewimin û got, "Bermahiyên rejîma kevin wê nikaribin rê li ber guhertina Sûriyê bigirin."

Cevdet Yilmaz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê şer û pevçûnên roja Yekşemê 09.03.2025ê li bajarê Laziqiyê de daxuyaniyek da.

Cevdet Yilmaz diyar kir ku yên ku li ser esasê nasnameyên etnîkî û mezhebî hewl didin nakokiyan derxînin û aramiyê di nava gelê Sûriyeyê de têk bibin, wê bi ser nekevin û got, "Ne bermahiyên rejîma kevin û ne jî pêkhateyên derveyî qanûnê dê nikaribin rê li ber veguherîna dîrokî ya Sûriyeyê ber bi pêkhateyeke siyasî ya berfireh bigirin."

Yilmaz da zanîn ku aramiya li Sûriyeyê di heman demê de li gorî berjewendiyên neteweyî yên Tirkiyeyê ye û got, "Eger kesên ku li derve ji bûyerên li Sûriyeyê diqewimin li kesekî dinêrin ku sûcdar bikin, bes e ku li Sûriyeyê binêrin bê kê Sûriyeyeke ne aram û qels dixwaze."