Mesrûr Barzanî li ser guhertina xalên qanûna budçê got ku wê nehêlin biserbikevin

27 May 2023 19:10 0 dîtin
Mesrûr Barzanî li ser guhertina xalên qanûna budçê got ku wê nehêlin biserbikevin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro seredana deşta Ziraratiyê kir û bi cotyaran re civiya. Barzanî di axaftina xwe de bertekê nîşanî guhertina xalên di qanûna budçê de da û got ku wê nehêlin grûba ku qanûn guhertiye biserbikeve. Barzanî li ser seredana xwe ya deşta Ziraratiyê, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku ji cotyaran agahiyan sitendiye û weha got:

“Em tevlî çinandina genim ya cotyaranbûn bûn ku sîloyên Kurdistanê dest bi sitendina genim kiriye. Me ragihand ku hukumeta Herêma Kurdistanê ji bo çandinî pêşde here û cotyar nekevin nav endîşa depokirina berheman, em ê her cûre destekê bidin cotyaran û girîngiyê didin keda wan.”

Mesrûr Barzanî di dewama axaftina xwe de got ku guherîna di qanûna budçê de zor, zilm û hîleye, wê li hemberê her cûre komployan derên û nehêlin ew grûba ku guherîna kiriye bi ser bikeve. Hinek destên xwecîh ji xwe re qelsbûna hêza Herêma Kurdistanê destkeftî qebûl dikin, destê wan di nav komployê de ye û ew soz dide ku ev kiryar hewldanekî tenge û wê biser nekeve.