Mesrûr Barzanî: Em guhertina demografiya Rojava red dikin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokê bizava El Xed ya opozisyona Sûrî, Ehmed Asî El Cerba re hevdîtinek kir.
Hat ragihandin ku îro danê sibê li Hewlêrê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li serokê bizava El Xed ya Sûrî, Ehmed Asî El Cerba kir.
Di hevdîtinê de behsa rewşa Sûriyê bi taybet Rojavayê Kurdistanê hat kirin. Mesrûr Barzanî nîgeraniya xwe li hember wê rewşê anî ziman û daxwaz kir şer were sekinandin û arîşe bi rêka aşitiyane bên çareserkirin.
Di civînê de hewlên Tirkiyê yên ji bo guhertina demografiya Rojavayê Kurdistanê hatin redkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin