Rêveberiya Rojava bersiv da daxuyaniya Amerîkayê ya li ser guhertina demografiya Efrînê

04 August 2023 19:02 0 dîtin
Rêveberiya Rojava bersiv da daxuyaniya Amerîkayê ya li ser guhertina demografiya Efrînê

PeyamaKurd - Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê Bedran Çiya Kurd, bersiv da daxuyaniyeke Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller a derbarê guhertina demografiya Efrînê de.

Matthew Miller, li ser pirsa şandina penaberên Sûriyê yên Tirkiyeyê ber bi Efrinê de dabû xuyakirin ku guhertina demografîk li herêmê çênake.

Bedran Çiya Kurd li ser hesabê xwe yê Twitterê got ku ew daxuyanî dûrî rastiyê ye, helwesteke siyasî, ne adilane û dûrî rewşê ye ku bi wê yekê rewş girêktir dibe û dibin hevkarên xwestekên dewleta Tirkiyê.

Çiya Kurd herwiha bang kir ku helwesteke cidî li hember kiryarên Tirkiyê li herêmên hatine dagirkirin nîşan bidin û dawiyê li guhertina demografîk a li Efrînê bînin. Herwiha diyar kir ku divê êrîşên balafirên Tirk iyê yên li herêmên ewle jî sînordar bikin.