Amerîkayê bersiva mijara 'bi fermî naskirina statuya Rêveberiya Rojava' da
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price, derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de got, ew piştgiriya gotûbêjên di navbera Kurdan de dikin û ti planeke me nîne ku em helwesta xwe biguherin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price li ser pirsa naskirina bi fermî ya statuya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê got, “Niha ti tiştekî nû li cem min nîne derbarê helwesta me de. Wek hûn bi xwe dizanin, em di çarçoveya rûbirûbûna DAIŞê de ligel hejmarek aliyên cihê kar dikin, lê ti planeke me nîne ku em helwêsta xwe biguherin.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha got, Washington piştgiriya danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê dike û wiha axivî: “Ya ku pêwendî bi gotûbêjên Sûriyê heye, em piştgirî li gotûbêjên di navbera Kurdan de dikin. Berdewamiya gotûbêjan dê bibe temamkerê hewlên me yên ji bo pêkanîna istiqrarê li navçeyên Bakur Rojhilatê Sûriyê ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, herwiha dê bibin temamkerê hewlên me yên ji bo xurtkirina zelalî di hikûmetên xwecihî de.”
Price diyar kir: “Hêzên me li wê derê ne ji bo ku piştrast bin ji berdewamiya têkçûna DAIŞê, ew ji ber ti sedemek din ne li wir in. Rêz û pêzanînên me hene ji bo qurbanîdanên hevbeşên me di nav de jî qurbanîdana Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ên hevbeşên me bo azadkirina navçeyan ji dest DAIŞê. Em dixwazin li Sûriyê bimînin daku piştrast bin ji wêya ku têkbirina DAIŞê dê berdewam be. Em li gel hevbeşên xwe li Bakur Rojavayê Sûriyê kar dikin ji bo ku em bernameya xwe bo seqamgîrkirina navçeyê pêş bixin, daku em pêwîstiyên xwecihî dabîn bikin û piştrast bin ku DAIŞ nikare kêmasiyên birêvebirina hikûmetê, kêmiya xizmetguzariyan û rewşa xirab a derbara xelkê bi xirabî bi akr bîne.”
Herwiha Price ragihand, di pêngavekê de rêveberiya niha ya Amerîkayê ji bo parastina ewlehî û istiqrara Bakur Rojhilatê Sûriyê 50 milyon dolar dabîn kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin