Komên çekdar li Serêkaniyê li ser malên dizî û talanê bi hev ketin: 1 kustî…

07 February 2021 20:59 0 dîtin
Komên çekdar li Serêkaniyê li ser malên dizî û talanê bi hev ketin: 1 kustî…

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Serê Kanîyê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji Cotmeha 2019an ve hatiye dagirkirin, komên çekdar li ser kelûpelên hatine dizîn û talankirin bi hev ketin.

Li gorî zanyariyan di navbera komên çekdar Hemzat û Muetesim ên bi ser Tirkiyê ve ji ber dabeşkirina kelûpelên dizî û talanê şer derketiye û kuştî û birîndarên herdu aliyan hene.

Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku çekdarekî koma Mutesim di şerê ligel koma Hemzat de hatiye kuştin.

Li gorî ragihandina çavkaniyên xwecihû, fermandarekî koma Hemzat ku xelkê Dêrezorê ye dest daniye ser 20 malan û ji çekdarên koma Muetesim daxwaza hinek malan kirine û li ser vê yekê nakokî û şer di navbera wan de derketiye.