Komên çekdar li Serêkaniyê 26 malên xelkê sewitandin
PeyamaKurd - Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdarên bi ser wê ve hatiya dagirkirin, 26 malên sivîlan hatin şewtandin.
Li gorî çavkaniyên herêmê, êrîşên hêzên tirk û komên çekder li ser gundên Serêkaniyê û Girêspî berdewam dikin.
Çavkaniyên xwecihî radigihînin ku heta niha bi qasî 26 malên xelkên sivîl li gundên Qasimiye, Reşîdiyeya Bakur û Başûr hatine şewitandin û ji bilî şewtandina malan a ku plan tê kirin, piraniya mal û dikanên xelkê jî têne talankirin.
Bajarên Rojavayê Kurdistanê yên Serêkaniyê û Girêspî di encama êrîşên Tirkiyê yên 9ê Cotmeha 2019an destpê kiribûn de, ketibûn destê artêşa Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wê ku hatibû îdiakirin ew dê herêmeke ewle ji bo vegera penaberan li wan herêman ava bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin