Çekdaran li Serêkaniyê tapo û pereyên xelkê dizîn

04 March 2021 15:53 0 dîtin
Çekdaran li Serêkaniyê tapo û pereyên xelkê dizîn

PeyamaKurd – Çekdarên bi ser Tirkiyê ve ku bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê dagir kirine, li gundekî malên xelkê şêlandin û per û tapoyên xaniyên wan jî dizîn.

Li gorî jêderên xwecihî, doh 3yê Adarê komek çekdarên opozîsyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê li gundê El Hemamat yê Serêkaniyê bi ser 3 malên xelkê de girtin û şêlandin.

Çekdaran piştî şêlandina xaniyan, 50 hezar lîreyên Sûrî yên zilamekî û tapoyên xaniyên wan jî dizîn û bi xwe re birin.