'Hizbullaha Lubnanê ji bo tepeserkirina xelkê Îranê û Rojhilat 9500 çekdaran disîne'
PeyamaKurd – Hat ragihandin, Hizbullaha Lubnanê ku Tehran piştevaniya wê dike, ji bo tepeserkirina xwepêşandan û protestoyên dijî rejîmê 9 hezar û 500 çekdarên xwe dişîne Îranê.
Li gorî belavbûna belgeyeke nihênî ya du hefte berê ku ji Hizbullaha Lubnanê hatiye dizîn, yekeya 133 ji bo nava Îranê û yekeya 910 ya taybet bo operasyonan jî ji bo li derveyî welat berevanîya rejîma Îranê û serkutkirina xelkê serhildêr yên Îranê, ji bo nav Îranê hatiye veguhestin.
Di belgeya navborî de hatiye diyarkirin ku hejmara wan hêzan bi giştî 9500 çekdar in.
Hêjayî gotinê ye, piştî belavbûna vê belgeyê ku Hizbullaha Lubnanê û rejîma Îranê lê mikur nehatine, bertek û nerazîbûn ji aliyê xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê ve hat nîşandan û nîqaşên, “Gelo wê ev rewatiyê bide xelkê ji bo bikaranîa çekê di bin navê berevanîyê li dijî hêzeke biyanî?” têne kirin.
Xwepêşandanên ku niha bi awayekî serhildanê piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî berdewam dikin, ketiye roja xwe ya 47an û heta niha bi sedan xelkê sivîl bi guleyên rasterast ên hêzên rejîmê hatine kuştin û birîndarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin