Lubnan, seferên balafirên Îranê yên bo Lubnanê heya heyayê pasde xist

17 February 2025 20:34 0 dîtin
Lubnan, seferên balafirên Îranê yên bo Lubnanê heya heyayê pasde xist

PeyamaKurd – Serokkomarê Lubnanê Joseph Awn û serokwezîrê Lubnane Newaf Selam bi wezîrên kabîna Lubnanê re civiyan û biryarê dan ku seferên balafiran yên ji Îranê bo Lubnanê heya bi heyayê dirêj kir. Di civînê de ewlehiya balafirgehê û têkiliyên dîplomatîk di rojeva wan de bûn.

Serokkomariya Lubnanê bi nivîskî di mijarê de ragihand:

“Serokkomar Joseph Awn, serokwezîr Selam, wezîrê bergiriyê Mişek Mnessa, wezîrê karên derve Yusuf Recci, wezîrê karên hundir Ahmed el-Haccar, wezîrê gihandinê Fayiz Rasmani û fermandarê ji bo ewlehiya balafirgehê berpirs Fadi Kefuri tevî civînê bûn. Di civînê de behsa ewlehiya balafirgeha Refîq Herîrî hat kirin.

Di civînê de xebatên ewlehiya balafirgehê yên ji aliyê artêşê de tên kirin hatin teqdîr kirin, wê girtina rêya balafirgehê qebûl nekin û ji bo parastina malên giştî tedbîran bistînin.”