Amerîka rê nade ku balafirên Iraqî li Lubnanê dakevin

04 November 2024 00:17 0 dîtin
Amerîka rê nade ku balafirên Iraqî li Lubnanê dakevin

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê dixwest alîkariyên mirovî bigihîne Lubnanê, ku ji ber êrîşên Îsraîlê rewş aloz bû, lê Amerîka rê neda ku ew alîkarî bi rêya balyozxaneya wê ya li Beyrûtê bigihîje.

Hikûmeta Iraqê dixwest alîkariyên mirovî bi rêya esmanî bigihîne Lubnanê ku ji ber êrîşên Îsraîlî rewş krîtîk bû. Lê Amerîka rê neda ku alîkarî bi rêya balyozxaneya wê ya li Beyrûtê bigihêje û amaje bi wê yekê kir ku divê hemû alîkarîyên mirovî berî ku ji Bexdayê bên şandin, bêne kontrolkirin.

Li hember aloziyên Lubnanê û êrîşên Îsraîlê, Iraq bû yek ji welatên pêşeng di warê gihandina alîkariyên mirovî hem bi rêya asmanî û hem jî ji bejahî ve û heta niha nêzîkî 500 ton alîkariyên mirovî gihandiye Lubnanê.

Di pêşhata herî dawî de, DYAyê rê neda ku alîkariyên mirovî bi rêya pira hewayî ya di navbera Bexda û Beyrûtê de bikevin Balafirgeha Beyrûtê.

Li gorî nûçeya rojnameya Cradle ya Amerîkayê, Balyozxaneya Amerîkayê ya li Beyrûtê rê li ber daketina balafira rêyên hewayî ya Iraqê ya ku alîkariyên mirovî hilgirtibû li paytexta Lubnanê da.

Balyozxaneyê herwiha diyar kir ku her balefirek ku alîkariyên mirovî ji bo mexdûran û penaberên şerê di navbera Îsraîl û Hizbullahê de ber bi Lubnanê ve dibire divê pêşwext were kontrol kirin û alîkariyên ku tên şandin wê li Urdinê werin kontrolkirin.

Hat destnîşankirin ku şertê mijara gotinê ji bo ku alîkariyên mirovî û leşkerî negihêjin endamên Hîzbullahê, hatiye danîn.

Medyaya Lubnanî ragihand ku Washington çendîn caran gefa sepandina sizayan xwaribû, eger xeta Rojhilata Navîn ji bo veguhestina birîndaran di êrîşa Îsraîlê de were bikaranîn.

Herwiha tekezî li ser wê yekê hat kirin ku Balyozxaneya Amerîkayê ji nêzîk ve çavdêriya geştên esmanî yên bo Lubnanê û ji Lubnanê dike û rojane lîsteyên her kesê ku ji Balafirxaneya Beyrûtê seferê dikin bi rêya Ajansa Navdewletî ya Veguhastina Hewayî werdigire.