Reuters: Amerîka balafirên F35an nade Tirkîyê
PeyamaKurd – Ajansa Reutersê belav kiriye ku Wezareta Berevanîya ya Amerîkayê (PENTAGON) firotina balafirên F35an bo Tirkiyê rawestandîye.
Wezareta Berevanîyê ya Amerîkayê (PENTAGONÊ) ragihand ku di çarçoveya biryara hikûmeta Amerîkayê de ya bo radestnekirina balafirên şerî yên F35an bo Tirkiyeyê, biryar hatiye dayîn da ku amadekariyên heyî yên ji bo radestkirina wan balafiran bihên rawestandin.
PENTAGONê diyar kiriye ku amadekariyên taybet yên ji bo radestkirina balafiran û perçeyên taybet bi wan balafiran bi Tirkiyeyê ya ku biryar bû di meha 11an a sala 2019an bihên radestkirin rawestandin.
PENTAGONê destnîşan kir ku ev rewşa ku derketîye holê, rewşeke nebaş e lê ji ber îsrara Tirkiyeyê ya dixwaze ji Rûsyayê pergalên berevaniya esmanî yên S400î bikire, Amerîka ji neçarî ev biryar daye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin