Amerîka ardû nade balafirên Erebistanê

10 November 2018 18:10 0 dîtin
Amerîka ardû nade balafirên Erebistanê

PeyamaKurd- Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Jim Mattis ragihand ku di şerê Yemenê de, koalîsyona di bin serokatiya Erebistana Si’ûdî de balafirên ku bikartîne, dixwaze ew xwe bi xwe îkmala ardûyên balafirên xwe bike.

Jim Mattis di mijara rawestandina îkmala balafirên Erebistanê yên ku di şerê Yemenê de, li dijî Hûsiyan tên bikaranîn de peyameka nivîskî da çapemeniyê. Mattis weha got:

“ Erebistana Si’ûdiyê bi Amerîka re şêwirî û biryarê da ku îkmala balafirên xwe ew bi xwe bikin. Em jî destekê didin vê biryarê.”

Mattis, di mijara Yemenê de jî got ku ew li ser mijara hewldanên temsîlkarê Neteweyên Hevgirtî yê bo Yemenê Martin Griffiths ku dixwaze her dû aliyan bîne cem hev de weha got:

“Amerîka û koalîsyon bo parastina xelkê Yemenê, bo ewlekariya sînorê dewletê, bo destekkirina  têkoşîna li dijî DEAŞ û El Kaîdeyê, bo avakirina hêzên Yemenê yên rewa plan dike ku hevkariyê bike.”