The Guardian: Di komkujkirina zêdetirî 700 sivîlan de rola Îranê û Hizbullaha Lubnanê heye

26 August 2022 20:50 0 dîtin
The Guardian: Di komkujkirina zêdetirî 700 sivîlan de rola Îranê û Hizbullaha Lubnanê heye

PeyamaKurd – Rojnameya The Guardian a îngilîz raporeke derbarê komkujiya 10 sal berê li devera Dariya ya Sûriyê pêk hatibû û zêdetirî 700 sivîl hatibûn kuştin belav kir.

Li gorî rapora ku ji aliyê koma lêkolînê ya bi hevkariya “Konsersiyoma Sûrî-Birîtanî” hatiye amadekirin, di komkujiya Dariya ya Sûriyê de ku zêdetirî 700 kes hatibûn kuştin, rola Îranê û Hizbullaha Lubnanê hebû.

Di raporê de şahidên bûyerê diyar kirine; hêzên leşkerî yên rejîma Îranê û Hizbullaha Lubnanê ji forme, nîşan û çekên wan hatine naskirin û şahidan jî gotine ku hêzên rejîma Îranê bi zimanekî din ê ji bilî erebî axivîne û kinc û nîşaneyên wan cuda bûne û hêzên Hizbullaha Lubnanê jî bi Erebiya Lubnanî axivî ne.

Herwiha  di vê raporê de hatiye gotin, zêdetirî 700 kes di encama êrîşa 10 sal berê ya hêzên girêdayî Beşar Esed û hevpeymanên wî yên ser devera Dariya ya derdora bajarê Şamê de hatine kuştin.