Zelenskiy: Me zêdetirî 80 nistingehên rûsî xistin kontrola xwe

15 August 2024 20:02 0 dîtin
Zelenskiy: Me zêdetirî 80 nistingehên rûsî xistin kontrola xwe

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, li ser şer û pevçûnên herêma Krusk a Rûsyayê ku gelek deverên wê ketibûn bin kontrola Artêşa Ukraynayê agahî dan.

Zelenskiy ragihand ku artêşa Ukraynayê bajarokê Sudzha jî di nav de 80 niştingehên herêma Kruskê xistine bin kontrola xwe.

Zelenskiy, diyar kir ku niha Sererkaniya Ukraynayê li deverên ji Rûsyayê ketin bin kontrola wan nivîsgehên fermandariyê vedike.

Hêjayî gotinê ye, li Sudzha (Suca) kargeha sewqîyata gazê bo Ewropayê heye ku ew der cihekî stratejîk e.