Ukrayna: Me du helîkopterên rûsî yên ji Asyayê hatine xistin xwar!

17 August 2023 20:08 0 dîtin
Ukrayna: Me du helîkopterên rûsî yên ji Asyayê hatine xistin xwar!

PeyamaKurd – Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku hêzên wan li eniyên şer 2 helîkopterên rûsî xistine xwar.

Berdevka Hêzên Asmanî yên Ukraynayê Mikola Oleşçuk, li ser medya civakî ragihand, du helîkopterên rûsî yên cûreya Ka-52 li herêma Bahmutê hatine xistin ku yek ji wan li devera Bahmutê ya din jî li aliyê Zaporijyayê hatiye xistin.

Li aliyê din ofîsa serokatiya Ukrayna jî ragihandiye ku ew helîkopterên hatine xistin nedikarîn bêyî pêkhatiyên biyanî bifirin, lê li eniyên şer bi awayekî çalak jî têne bikaranîn.

Herwiha hate diyarkirin ku helîkopterên hatine xistin, ji welatên Rojava û Asyayê hatine û xwedî teknolojîya pêşketî ne.

Niha Ukrayna li ser helîkopteran lêkolînê dike bê çawa dorpêç hatine şikandin û ketine destê Rûsyayê.