Xelkê Serêkaniyê bi ser girtîgehê de girt
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku piştî ketina rejîma Beas a Sûriyeyê, li herêmên cuda deriyên girtîgehan hatin vekirin ku li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê xelkê bi ser girtîgeha di bin kontrola çekdaran de girti.
Li gorî çavkaniyên xwecihî li bajarê Serêkaniyê yê di bin kontrola Tirkiye û çekdarên piştevaniya wan dike de ye, niştecihên bajar bi ser girtîgeha "Polîsên leşkerî" de girtin.
Hate diyarkirin ku niştecihên bajar saet derdora 11.00ˈan bi armanca azadkirina girtî û revandiyan bi ser girtîgehê de girtine û ji Polîsê Leşkerî xwestine girtî werin berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin