Li Serêkaniyê di navbera komên çekdar de ser derket
PeyamaKurd - Li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê di navbera komên çekdarên bi ser Tirkiyê de şer derket.
Çavkaniyên deverê ragihandine ku şeva borî li taxa Mehete ya Serê Kaniyê şer di navbera du komên çekdar de derketiye ku RBG jî di şer de hatine bikaranîn û şer tund bûye, lê ti zanyarî derbarê ziyanên canî û madî de nehatine belavkirin.
Hat zanîn ku şer di navbera du koma Hemzat û polîsê leşkerî de rû daye.
Herwiha roja 23yê meha borî jî şer di navbera komeke Hemzat û polîsên leşkerî de derketibû û hejmarek kes birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin